Şerê Rojhilata Navîn buhayê enerjiyê gihand asta herî bilind

Şerê DYE û Îsraîlê yê li ser Îranê trafîka deryayî ya li Tengava Hurmuzê sekinand; buhayê gaza xwezayî û petrol a Brent gelekî zêde kir. Li Iraq û Qatarê jî hilberîna petrolê kêm bû, buhayê şekir, zibil û soya jî zêde bû.

Şerê Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) û Îsraîlê yê li ser Îranê firotina derve ya enerjiya Rojhilata Navîn asteng dike. Êrişên Îranê yên li ser keştiyan û navendên enerjiyê, girtina Tengava Hurmuzê gefê li rêjeya ji sedî 20 ê daxwaza LNG û petrolê ya navneteweyî dixwe.

Buhayê warîla petrola Brent roja Sêşemê gihîşt 83 dolarî û bi vî rengî ji Tîrmeha 2024'an û vir ve gihîşt asta herî bilind. Buhayê gaza xwezayî ya Ewropayê heta asta ji sedî 40'î zêde bû; buhayê şekir, zibil û soya jî zêde bû.

Iraqê hilberîna li qadên Rumaila û Qurna Rojava 2 bi milyaran warîlî kêm kir. Qatarê hin ji navendên LNG'ê yên herî mezin ên cîhanê girt. Erebistana Siûdî û Îsraîlê hilberîn kêm kirin. Çîn û Hindistanê jî di peydakirina enerjiyê de rêje daxistin.

Li DYE'yê buhayê benzînê serê galonî gihîşt 3 dolarî û bi vî rengî ji meha Mijdarê û vir ve gihîşt asta herî bilind.